Veger
2012 – Hamburg – Germany / PEL RECORDS
Maçek
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Maçekê tu bi min bidî
Hey tu dosta min
Derdê dilêm derman dikî
Hey tu gula min
Çi bikim ji gul gul sebir gul
Qurban gul heyran gul.
Gul gula min, şêrîna min
Delala min
Sed kul di dil de kirin
Hey tu dosta min
Can û ceger tev xwîn kirin
Hey tu sebra min
Emîna
Lyrics: Dîlber HACO, Music: Anonymous
Emîna, Emîna
Nazdar û şêrîna
Bejna te rengîne
Rûyê te zêrîne
Îro tu ji min dûr ketiyê yarê
Çavê min te nabîne
Bînêre li vî alî
Meyzeke li vî halî
Ne bê tu ne yarî
Dîtina te şêrîne
Çarê li ser xwe hilîne
Çavê reş megirîne
Min ji te re sed car digot
Evîna te şêrîne
Were li cem min rûne yarê
Dilêm bi birîne
Çavên Te
Lyrics: Dîlber HACO, Music: Ciwan HACO
Çavên te reşin lê gidiyê, reşekî tarî
Bejna te zirave, dirêje, bejna çinarê
Te ez helandim şêrîne, te ez helandim delalê, were kubarê
Çendî ez geriyam li dinyayê, min ne dît ji hêsna te
Çendî ez geriyam li nav gulan, min ne dît ji rengê te
Te ez helandim şêrîne, te ez helandim delalê, were kubarê
Meyzeke li rengê biharê, çendî ciwane
Seyran xweş e, li ser çeman, di nav gul û baxan
Te ez helandim şêrîne, te ez helandim delalê, were kubarê
Can
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Can te çi bi min kir
Can te çi ji xwe kir
Te çi bi serê min kir
Te çi bi soza me kir
Te ez xistime xeyala
Xeyalne kûr ne vala
Ez ji xwere di fikirîm
Fikirne dûr ne vala
Sebir ji min re nîne
Ez ji kerba mirîme
Xew bi çava nakeve
Hêsir ji xwere tên xware
Gula Zer
Lyrics: Dilber HACO, Music: Ciwan HACO
Eman eman, eman eman esmer
Dev li ken, rû bi ken, were were gula zer
Ne şiyarî, ne razayî, were keça delal
Ne dijminî, ne hevalî, were were gula zer
Evîndarim, tim şiyar im, were keça delal
Hêvîdarim, ne bêçar im, were were gula zer
Cana minî, tu gula minî, were keça delal
Destê min bigre, tu yara minî, were were gula zer
Esmer
Lyrics: Ciwan HACO, Music: Asik DAIMI
Ne esmerî, tu ne gewrî, oy canê
Rengek delal li ser te ye, oy canê
Lê herdem tu li ser ya xwe yî, oy canê
Çend salê min li hêviya te me, oy canê
Ma ne bes e, ji sozê te re, oy canê
Madem dinya her mirine, oy canê
Dikim nakim,te ji bîr nakim, oy canê
Ne bi destê min e, ji te hez dikim, oy canê
Ne gunehê min e, dil te divê, oy canê
Li Şarê Jînê
Lyrics: Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Li şarê jînê
Xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
Camek nenoşî
Ji herdû lêvan
Daxwaz nizane
Ji herdû sêvan
Kî ez didîtim
Ji min ditirsî
Nav û nîşanê min
Ji hev dipirsîn
Hest
Lyrics: Dîlber HACO, Poet: Goran HACO,
Music: Ciwan HACO
Ez pîr û kal bûm, ji van derdan
Ahîn û keser, min ji nav dil dan
Derdê dilê min, gelek girane
Jê re dibêjim, ev çi êş û jan e
Hawîr dora me, bûye ferman e
Xort û keçên me, li serê çiyane
Lo lo hevalno, we sozek da min
Serê xwe hildin, werin li ba min
Derdê dilê min, gelek girane
Jê re dibêjim, ev çi êş û jan e
Dibêjin em biran e, ferqa me ji hev nîne
Ez jî dipirsim, çawa dibe ku em bira bin û ez bê nav bim... bê zar bim.
Dibêjin çima çekhilanîn, çime hêsir, ma qubleta me ne yek e ?
Lê şêxên me, zarokên pêxember,
û pîrên me mirîdên Laleşa nûranî bidarvedikin.
Dibêjin ev hezar sal e em hevwelatiyên hev in,
xwîna me li van tixûban têkilî hev bûye û rijiyaye.
Em jî dibêjin lê ev heştê sale tenê xwîna me dirîje... bi destê we "biran" dirije.
Lê dîsa jî em li pey gotina hozanê xwe ne, Cigerxwînê dil bi hesret.
Em hîn dibêjin "biratî", biratiya rasteqîn, lê tu qebûl nakî.
Em dibêjin "wekhevî" lê tu qebûl nakî
Em hîn dibêjin "hevaltî" lê dîsa tu qebûl nakî
Ez heyirîm... nizanim çi dî bêjim.. çi di bikim
We tu rê li pêşiya min nehişt xeynî hilkişînê..
Hilkişîna zinar û çiyayê bilind..
Warê Egîdan..Welatê ku roja azadiyê lê hatiye der.
Eman Dilo
Lyrics&Music: Yûsuf Berazî
Eman dilo eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Dil û kezeb tev bûn kulo
Yar bû kulo ez bûm bilbilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Di ber min re bihurî û dimeşe
Yek li ber min kir wek şeş e
Li pêş min kir şeva reş e
Bûm wek birîndar û serxweş e
Dil û kezeb tev bûn kulo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Ji nav bexça meşî û bi rê ket
Por wek herîr li ber bê ket
Cavê min ma û dilêm peyket
Dil wek tîr û kevan lê ket
J'serêm çû hiş û aqilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Bûkê
Lyrics: &Music: Anonymous
De bînin, bînin, bînin
De bînin, bînin, bînin
Vê keçikê hûn jê re bînin
Vê qîzikê hûn jê re bînin
Dayê rabe hinê çê ke
Dayê rabe hinê çê ke
Li destê û lingê bûkê ke
Li destê û lingê zavê ke
Dayê tu dayka minî
Dayê tu dayka minî
Deşt û çiya di navkevin
Bi şev, bi roj li bîra minî
De rabin hinê çê kin
De rabin hinê çê kin
Hespê bînin bûkê lê kin
Derenge, wê bi rê kin
Rêya Min Dûre
Lyrics: Dîlber HACO, Music: Neşet ERTAŞ
Rêya min dûre
Hatime ji rêka dûre
Lê zeriyê ez westiyam
Awirê çavê te pir kûrin
Ma raste tu dengê min nakî
Ma şerme ku tu ba'ki
Evîna te ez kuştim
Da ji vê êşê tu min rakî
Ez bûme komek hestî
Tu ji xwedê qet natirsî
Dîtina çavê te dermane
Tu li halê min napirsî