Off
2006 – Hamburg – Germany / AVRUPA MUSIC
Ez Dimam
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Demake min ji bîr dikir
Roja din dihat xeyala min
Ez diheyirîm şaş dimam
Heste min je ra dima
Ez dimam ez dimam ez dimam
Li heviya keçike ez dimam
Oy xwede ev çi hal e
Çi derd e çi zeman e
Ku ez pe re bûm ez dieşiyam
Gava diçû ez tene dimam
Nafikirî li hale min
Min ji bîr dikî yara min
Ew her tim li bîra min
Dernakevî ji dile min
Dil Ketimê
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Dil ketime dil ketime
Cara peşî dil ketime
Guherî guherî
Ev delal min guherî
Dil da min dil da min
Ve nazdare dil da min
Min soz da, we soz da min
Bûye parçek ji cane min
Min maçek ji wan leva xwest
Heyrana bejna bilind
Wî kene renge reng
Dile min kiriye wek pereng
Dilxweş bûm kefxweş bûm
Dîtina we ez geş bûm
Wek serxweşek be hiş
Ketime riya çep û rast
Qediya qediya
Şeva dawî hejiya
Guherî guherî
Ev delal min guherî
Felek
Lyrics: Dîlber HACI, Music: Ali SULTAN
Felek çendî li me zalim bû
Yar yar yar
Derde me çendî giran bû
Yar yar yar
Derman nema hekîm nema
Ve eşe derxe ji dil
Ez im dildar ez im xembar
Yar yar yar
Dikim gazî dikim hawar
Yar yar yar
Gelî bira gelî heval
Meyze kin ez ketim çi hal
Buhar renge te civvan e
Yar yar yar
Cul xemilîn nav baxan e
Yar yar yar
Dosta min bû yara min bû
Min kes nedî mîna te yar
Daristana Te
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Naye bîra te ıi daristana te
Ez diketim xeyala te
Şev tarî bû mîna pora te
Ev demek e ıi heviya te bûm
Em gihane hev dile min vebû
Ji mej ve miri dixwest
Ji te re bejim oy xanime ez ji te hez dikim
Di nav tava heyva ronak da
Min dil vekir û da desta
Di nav şeven reş û tarî da
Min gul vekir û da desta
Dipirsin
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Dipirsin çe ya yarim
Çe ya ew evîndarim
Werin bibînen çawakam
Temaşa ken yarakem
Dezanin çendî ciwan e
Ewa kiçî kurdan e
Min şetî dû çawanim
Qurbanî ew lewanim
Dest û penceyî nasikî
Bejrı û balaylî tenikî
Pekenîn û qisayî xwoş
Müsiqa ya bo min serxwoş
Kal
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Kalo têji Mêrdînê
Wê keçikê dibînê
Dev riha xwe dikê
Serê xwe dihejînê
Kalê li ser bêndera
Asiqê esmera
Derd û kulê kalo
Memikên gilover e
Kal e kal e kal e
Welle yadê min navê
Welle bille kal e
Kalê bi hûçik mûçik
Kûçik lawê kûçik
Gurê keçikên piçûçik
Xunav
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Dilê xwe da ber tavê
Ji bona xatirê xunavê
Çem diherikî ez tenê dimam
Dilê min lê dida bê westan
Xunav xunav xunavê
Bimîn bimîn sebir bike ji bo min
Were em herin ber avê
Em xwe bidin ber tavê
Kêf kêfa min û te ye
Derya li hêviya me ye
Xunav xunav xunavê
Bimîn bimîn sebir bike ji bo min
Welatê Min
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Welatê min, welatê min
Hatina min ji hezkirina we bû
Dîtina we derdê min bû
Sahiya we jê mestir nebû
Di çavê we de min rastî dît
Di havara we de min hêvî dît
Di hêstirên we de min azadî dît
Welatê min welatê min
Welatê min welatê min
Dîtina te hêrs dane min
Hesreta te birîna min
Tu stran û tenbûra min
Hey dîroka bê bext
Feleka zalim de bes e êdî lo
Welatê min
Tu taca serê miletê min
Stran û awaza min
Tu dermanê birîna min
Welatê min ez ji te hez dikim
Havîn
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Havîn e havîn e oy rebenê dîsa li me bû havîn e
Havîn e havîn e oy dilovanê dîsa li me bû havîn e
Dil xwe vedike ji ês û keser û birîn e
Havîn germ dibe bi stêrkên rengîn e
Dîsa evîndar im rojê xwes wê bibîne
Min ji bîr neke lê min ji bîr neke lê
Xewa min nîn e nefesa min naçe nayê
Siha te roja min tarî kiriye li vê dinyayê
Evîna me derew bû hestên me tevlîhev bû
Naxwasim te bibînim, vî derdî ez hilînim
Bes e êdî ji awirên te ez mame heyirî ji gotinên te
Li Hêviya Te
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Hey lê lê were cem min
Çend sal e li hêviya te me mala min
Ez dikim nakim te nabînim
Ez çûme malê were were
Were bi Xwedê w´ez li hêviya te me
Were lê keçikê were
Çend sal e li hêviya te mame lê
Were were wer were
Were cem min were cana min
Çend sal e li hêviya t´ez mame mala min
Winda Bû
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Winda bû winda bû
Ber çavê min winda bû
Lê digerim nabînim
Di sûretan de dibînim
Halê min ne tu hal e
Jiyan diçe vala
Qedeh di destê min da
Serxwes im bê feyda
Winda bû winda bû
Ber çavê min winda bû
Direqisî direqisî
Li pêsiya min direqisî
Mûma me pêketî
Sûsa me vekirî
Rastiya min ev e
Bê dosta xwe me
Ev xewn e ev xewen e
Dinya hemû xewn e
Winda bû winda bû
Winda bû winda bû
Ber çavê min winda bû
Lê digerim nabînim
Di sûretan de dibînim
Halê min ne tu hal e
Jiyan diçe vala
Qedeh di destê min da
Serxwes im bê feyda
Winda bû winda bû
Ber çavê min winda bû
Direqisî direqisî
Li pêsiya min direqisî
Mûma me pêketî
Sûsa me vekirî
Rastiya min ev e
Bê dosta xwe me
Ev xewn e ev xewen e
Dinya hemû xewn e
Winda bû winda bû
Winda bû winda bû
Ber çavê min winda bû
Lê digerim nabînim
Di sûretan de dibînim
Halê min ne tu hal e
Jiyan diçe vala
Qedeh di destê min da
Serxwes im bê feyda
Winda bû winda bû
Ber çavê min winda bû
Direqisî direqisî
Li pêsiya min direqisî
Mûma me pêketî
Sûsa me vekirî
Rastiya min ev e
Bê dosta xwe me
Ev xewn e ev xewen e
Dinya hemû xewn e
Winda bû winda bû
Ber çavê min winda bû
Hayê
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Haye haye haye, waye waye waye
Ev demek li min boriye berî ya xwe’m nediye
Ji te dipirsim ma li ku yî dibe ma işe te çi ye
Hey le le way le le
Dibeje min tu ji vir here
Nezîkî min tu nebe
Çi bû çi bi te hat berî ya min
Ev qerar ne li bîra min
Gotin Sar Dibin
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Gotin sar dibin wexta pesnê bidim
Gotin sas dibin wexta wesfê te bidim
Çavê xwe kil neke, lêvên xwe sor neke
Tu ne muhtac î lê cemala xwe xera neke
Ez dimirim nav pelên daran da
Ez winda dibûm nav pelên daran da
Hey lê lê wey lê lê hey wax!
Tu rind î tu bedew î, wéz hêsîrê navê te bûm
Tu gul î tu sosin î, her tim ber bêhna te bûm
Ez xort bûm ciwan bûm, li ser xwe bûm
Tu dûrî min bû wexta ez muhtacî te bûm