Na Na
2004 – Hamburg – Germany / SES PLAK
Na Na
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Nebêje min ez nikarim
Werim ez cem te
Şeva tarî ez dinalim
Meme li hêviya te
Ez dimrim, ez sax dimam
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te
Ez bi tenê, li min sar e
Li hêviya te me
Şev tarî ye, ewr û mij e
Ne xema te ye
Ez rihêlîm, dilê min lê da
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te
Ez dimrim, ez sax dimam
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te
Sê Sê
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Da min, da min, da min
Cotê memikan wê da min
Ketime ser sinê wê
Ketime xêra Xwedê da
Sê sê sisê
Sê sê sisê
Hê hê hê hêy
Hê hê hê hêy
Ba kir ban kir ban kir
Got hele hele tu were
Bi qedrê rebê xwe bike
Ji kesî re behs meke
Rûnê rûnê rûnê
Di rex min da wer tu rûnê
Bi çavan li min mêyzîne
Min bixwe û bihelîne
Sê sê sisê
Sê sê sisê
Sê sê sisê
Sê sê sisê
Gulek
Lyrics: Dîlber HACO, Music: Ciwan HACO
Gulek min hebu yek gul
Min ne gand bû ji were ji dil
Min avda bû bi hêstirê cav a
Min ditibu lineva baxan
Çi guleke rind û ciwan
Perîsanbû li cihan
Jêre bibinin bû derman
Ewji weki her insan
Ger ez bimrim ger bê kustin
Hûn li gulê bipirsin
Daxwaza wê pêrsbênên
Heyf gulê ûn bilînên
Ew bi heyf û mixabin
Ax û Eman
Lyrics: Ciwan HACO, Music: Anonymous
Ax û eman
Êş û derdê vê dinyayê
Çendî ez kuştim
Çendî ez kirime vê belayê
Çi dinyake pûç û vala
Ax eman, eman eman
Brîndar kirim
Ez pîr kirim vê zeriyê
Hişê min dibir
Gava ew çû wê bêriyê
Ne silavek ne dinêrî
Ax eman, eman eman
Evîndar im
Dîtina te ji min re keder e
Hêvîdar im
Dilê min tu bibî ji xwe re
Bêje were derman ji te re
Ax eman, eman eman