Leyla
1985 – Bochum – Germany / SES PLAK
Leyla
Lyrics: Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Şêr şêr e, mêr e yan jin e
Nîşan bi destê Leyla min e
Pola ye dil, wek hesin e
Leyla kî ye, Leyla çi ye, Leyla min e
Leyla keça Mîd û Med e
Canê xwe da di ber me de
Bijîn heçî ku can jî da
Xweş bin ji ter jar û geda
Divêm li pey te bêm ez jî
Çibkim bi vê jîna rijî
Xwînê nerijî nabijî
Leyla bijî Leyla bijî
Dîlbera Qeşeng
Lyrics: Rojen BARNAS, Music: Ciwan HACO
Dîlbera qeseng terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêskêsî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netiwan
Pênûs kisabû birhên kevanî
Çavê sîn neqsîn rengên çîmanî
Lêvên roj û dirûv his û giyanî
Hilkir hilkisa ji las deranî
Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mihên gulana
Giyanên kovî dan ser zindana
Hilkir hilkisa xist nav însana
Behra Wanê
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Behra wanê behra wanê
Nav u dengê kurdistanê
Rengek delal li ser te ye
Ji wan rengan em di nalin
Bi çavan te daye min mizgîm
Te li min can û ceger kir xwîn
Alîk sîpan alîk tetwan
Alîk zîve alîk zêre
Maçek
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Maçekê tu bi min bidî
Hey tu dosta min
Derdê dilêm derman dikî
Hey tu gula min
Çi bikim ji gul gul sebir gul
Heyran gul qurban gul
Gul sula min sêrîna min
Delala min
Sed kol di dil de kirin
Hey tu dosta min
Can û ceger tev xwîn kirin
Hey tu gula min
Giriyanim Bes e
Lyrics:Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Em ji xew rabûn welatim
Ez bi qurbanim bese
Tev de rabûn rojhilatim
Sebir û samanim bese
Omrê min çû tev di vê rê
Roj û sev nal û girî
Das û çakuç wa me hildan
Qîr û giriyanim bese
Ev dema serbestiye
Bindestî îdî çû nema
Sad u dilxwes u bilind bim
Heps û zîndanim bese
Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax u bihist
Min ji nêv baxê cîhanê
Bax û bistanim bese
Ay Dîlberê
Lyrics:Feqiyê TEYRAN, Music: Ciwan HACO
Li baxê min bû zivistan
Hey dîlberê dêm gulîstan
Çilmisî gul bax û bistan
Wêran ezim malêm xirab
Hey dîlberê qey menale
Feqiyê tayran êdî kale
Nexwe?eki pir bê hale
Tu him gulî him rihanî
Tu him derdî him dermanî
Him hekîmî him loqmanî
Wêran ezim malêm xirab
Sîpan ji navê tere tenê
Xaliq ji xala gerdanê
Te dîn kirim berdam dinê
Wêran ezim malêm xirab
Hey dilberê da tu zanî
Kulîlik vebûn çiya u banî
Bilbil pirs kir feqî kanî
Wêran ez malêm xirab
Zemano
Lyrics:Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Ev çi rîse ev çi sas e
Ya me berda, ya bi teras e
Ev çiya perdaye pas e
Hoy zemano lo zemano!
Hoy bê bexto lo zemano!
Ez biçûkim nû ciwan im
Pir bi van êsan nizan im
Le ji wan ez dil giran im
Wer me bêje ez siyarim
Wek bi zotim pêt u arim
Ez di vî warî li karim
Li Min Lê Lê
Lyrics:Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Heval ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Iro li wê ez dilgiran im
De lê de lê...
Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Hûn nizanim doza min
De lê de lê...
Sivik çu bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dur dur diçî yara min
De lê de lê...
Zarok
Lyrics: Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Ey hevala evîndar evîndar
Tu jî wek min brîndar brîndar
Hene gelek wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Hene gelek wekî me wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Evîn bûn rêberê me
Çi hanîne serê me
Dûrist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê
Çiya bilind dibin jor
Cîhan dibit keska sor
Herdu rewşa vê jînê
Dengê saza evînê
Lê Dînê
Lyrics:Anonymous, Music: Ciwan HACO
Tu miraza xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Gerden sî û sê qor mircan lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Tu ciwata xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Destê wxe bide destê min lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê