Gula Sor
1983 – Bochum – Germany / SES PLAK
Gula Sor
Lyrics: Qedrîcan, Music: Ciwan HACO
Gulasor hilbû jor
Bin da dor gula sor
Lipas çiyayê Qaf sinbû
Alem jêre evîn bû
Bi me xwes dame hes
Em bi bîna wê sermest
Eme pê sabin serbest
Nezanîn xemrevîn xemilîn
Pê zemîn
Gula bi kelemê di nav baxê îrema
Hey gula sor alem li dor
Bi civin û bîn bikin dor bi dor
Pir Xweş e
Lyrics: Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya min pir xweş e
Pir xweş e pir xweş e
Kurdistana min xweş e
Dev li ken in sorgul
Ser dihejin sumbul
Xurxur ji avê tê
Hilm û sira pê tê
Gul destê evînê
Pêlên derya jînê
Gîhane em serbestî
Sed tuf li bindestî
Em saza hebûnê
Doza peydebûnê
Dengê saza rindî
Rewşa serbilindî
Yêrîvan
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Peyvin dengin awazin
Cengin leyzin tenazin
Yêrîvana min
Dengê te hilbüye jor
Bîna xwe daye dor
Dengek ji dûr tê me
Ew deng gelek bi min xwese
Evîna me belav kin
Car car li me silav kin
Yerivana min
Eman Hey Lê
Lyrics: Cegerxwin, Music: Ciwan HACO
Tu serînî pir ciwanî
Lêv ji sorê erxewanî
Ke bi vî rengi tu anî
Wer di nav destê min danî
Hey lê hey lê
Sev û rojan ez di meylê
çavên belek çi mêrkujin
Lêvên disor çi xwînmijin
Bisk û kezî çi xwînrijin
Dêm û enî pir paqijin
Rista mina ji gewhera
Ronî didî rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rekireji dosta xwere
Rabe ser xwe dilovanê
Em derkevin ji zîndanê
Dest bi deste te hozanê
Da em herin Kurdistanê
Bêrîvanê
Lyrics:&Music: Anonymous
Cane Canê Canê!
Kulîlka li mala Xanê
Asmere bêrîvanê
Min bi qurbanê rebenê
Danî derde qelenê
Navê lawik nizanim
Navê keçke Siltanê
Poz gulê xizim zerê
Kesera ser keserê
Welatperestî
Lyrics&Music: Anonymous
Genga gel,genga gel
Riya me ye ta
Ku gel bi ser kevin
Rojhilata navîn dikele
Di rewseke soresgerî
Re derbas dibe
Li hêlekê emperyalîzma
Navneteweyî
U kevneperestên cih
Li hêla din gele rigarîxwaz
U hêzên soresger en cîhane
Gelê filistîn li hundir û li derva
Weka gelê kurdistan,
Serê bona detxistina
Mafê çarenûsê gur dike
Soresa gelê filistin
Prensîbên înternasyonaliya
Protelerya pêk tîne
U pista gelê me û yê
Tevahiya cîhanê digire
Can
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Can te çi bi min kir
Can te çi ji xwe kir
Te çi bi serê min kir
Te çi bi soza me kir
Te ez xistime xeyala
Xeyalne kûr ne vala
Ez ji xwere di fikirîm
Fikirne dûr ne vala
Sebir ji min re nîne
Ez ji kerba mirîme
Xew bi çava nakeve
Hêsir ji xwere tên xware
Dibînim
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Hey welato!
Ez her dibînim li vî welatî
Di çim tiliya xwe bi gez
Ho bira bira derdêm giranin
Ho heval heval derdem giranin
Wan dijminan em dane ber xwe
Wek Sivanên xediyên pez
Ewanan danîn li vî welat
Xwe didîtin xwediyên rez
Lê belê zingezinga zingilêl min
Vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min
Dinya girt û berneda
Hevala Evîndar
Lyrics: Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO
Ey hevala evîndar evîndar
Tu jî wek min brîndar brîndar
Hene gelek wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Hene gelek wekî me wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Evîn bûn rêberê me
Çi hanîne serê me
Dûrist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê
Çiya bilind dibin jor
Cîhan dibit keska sor
Herdu rewşa vê jînê
Dengê saza evînê
Lê Dînê
Lyrics:Anonymous, Music: Ciwan HACO
Tu miraza xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Gerden sî û sê qor mircan lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Tu ciwata xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Destê wxe bide destê min lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê