Girtiyên Azadiyê
1987 – Bochum – Germany / SES PLAK
Girtiyên Azadiyê
Lyrics: Goran HACO, Music: Ciwan HACO
Generalekî tirsonek zalimekî bê însaf
Dîwaren qalind bê pencere avakir
Dergihên hesinî bi quflên pola dadan
Zindanên bin erdê zindanên sarî tarî
Bi hostayiya sedsala bîstan pekanî û li
Ber dergeh peyeyên bê mêjî
Mirovên potîn res gerdeyanên robot raçikan
Welat hezekî ser hisk, ko carekî got na êdî bese
Li vê keleha zerhî kire mihvan
General hertist je stand serbestî çek dê û bav xûsk û bira
Jê stand roj û xewnên sêrîn ronahî jê stand
Lê ma behwerî
Lêdan dane kehrebê hilwesandin kor
Kirin sûtandin diran rakisandin
Neynûk rakisandin namûs hingavtin
Marsen sofînî pê dane xwendin
Pîsî pê dane xwarin, lê çekê wî dawî
Behwenya wî nehejandin
Seveke havîna germ heyv li ezmana di
Bisirî û stêrkaw xwe bi ser herekorê û
Geverê de
Bi hisret newq dikir wê sevê
Dengê gula tivinga pêsmerge ji geverê
Firî û li diyarbekirê danî
Dîwarên qalin çirand û mizgînî anî ji
Girtîyên azadîyê re
Hey Dîlberê
Lyrics: Feyruse HACO, Music: Ciwan HACO
Hey dîlbere wey dîlbere
Hey nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem wergerê
Hey dîlberê wey dîlberê
Bejna zirav li ser kemberê
Rû ji ava kewserê
Gerden bi morî û cewherê
Hey dîlberê wey dîlberê
Tasa li ser zîv û zerê
Te nabînim li ber pencerê
Xem û kulan ji dil derê
Hey dîlberê wey dîlberê
Sevka me çû, roj wê li me derê
Xelk û alam we li me binerê
Wê bêjin ewa dîna dîlberê
Nazikê
Lyrics: Anonymous, Music: Ciwan HACO
Ew çi rojek ciwane lê canê lê canê
Gava em welat bibînin
Kef û seyranê em bikin
Kul û derdan em ji bîr bikin
Welat çendî delal e
Herdem me dil li bal e
îro girtî û birîndar e
Dijmin çav sor û bar e
Sevan bikin ronahî
Bi dil xwesî û bi dil sahî
Welat bikin wek bihişt
Nebindestî û ne jî zor
Rê
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Nav bexçan rê heye kezî zera min
Îşev civatê meye çav xezala min
Têr nebûm ji vê keserê çavreşa min
Kesera mêrê berê çav xezala min
Ber perdê derkeve çav reşa min
Belkî çav bi te bikevê çav xezala min
Bihna aşqê ji te tê kezî zera min
Bihna sêva ji te tê çav xezala min
Were
Lyrics:&Music: Anonymous
Were! were!
Te ez helandim keçkê ji xwere
Ev çend salan ez li heviya te me
Wez li hêviya dîtna te me
Ez dinalim bê hevalim
Ez dinalim bo maçekî
Dil bijê dêmên te ma
Rû sipî sor û zer e
Ey hevalê çav xezalê
Ax û ahîn û sed hewar
Min bi sed lav û qêrinê
Dest gihande zînga wê
Asiqê wan çavên te me
Asiqê wan lêvên te me
Aferîn sed aferîn maçek da min çiqas xwes e
Welat
Lyrics&Music: Anonymous
Welat welat kawa mirovayetî
Law û latî sitûnrawî le meywisî hêjmiyunû
Le nav salawî grû lav û ma wî sirixwûna
Çontika ey barandibarî waha marg divêt xwarê
Welat welat kawa mirovayetî
Hava çetnarê kêman bû wa birêsê we kuidan
Ew car ez destê fasîstan ganî hezara mirovan
La helebçe didom soza
La helebçe didom soza
Welat welat kawa mirovayetî
Kawa destê neteweyeti wa asîmanî warê
Xwekanî bajar kurduwî mal de te pê wî xwe betî
Kawa destê seref wîjdan
Ba çarey ez zarî zan
Jin û peya û zarokanî lê pê nasnameyî kurdistan
Welat welat kawa mirovayetî
Kawa destê neteweyetî wa asîmanî warî
Zingil
Lyrics: Sebrî HACO, Music: Ciwan HACO
Zinge zinga zingilê min vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min dinya girt û berneda
Peyman soza mêrane ges dikin buhara me
Xebata qîz û lawana newroz adara me
Nîsana yekbûna meye newroza kurdên keles
Bi yekbûna van gulaye ev buhara xwes û ges
Zinge zinga zingilê min xwes hawar û gaziya
Awaza vê zinge zingê ji ferhenga qazîye
Xerîbî
Lyrics: Feyruse HACO, Music: Ciwan HACO
Birîndar kirim xerîbiyê
Ez ji xwe re kustim xerîbiyê
Min bese ji vê eziyetiyê
Berêm kete vê beriyê
Dikim nakim ji bîram naçê
Rewsa welat û beracê
Çiya û newal û qelaçê
Ez ne melekim xwediyê tacê
Kuro lawo welat xwes e
Me jê barkir rojê res e
Dijmin sote wek serxwes e
Ji zilm û zorê me dames e
Vê buharê gul piskivîn
Li çol û çiya û dilê birîn
Dil û nave min dikewgirîn
Kanî welat û ala rengîn
Derdê welat pir girana
Jêre divê jîr û zana
Mêjî û ziman ew dermana
Wê xilaskin...
Sira Sibê
Lyrics: Rojen BARNAS, Music: Ciwan HACO
Sira sibê li bab û dara hewrê
Veciniqî û hisyar bû
Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahist
Bilûre danî ser diranê
Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira
Kaniya bin dara hewrê
Bi dengê bilurê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Dilê heyvaji kovanên xwere
Kerî bi kerî kezext û dirand
Bilbilek firî ji hêlîne
Çu danî li gulya gulê
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut nizilî û xurî
Di dilopa pasî de sefeq beyan bû
Ji bilûrê his birî kanî xayis ket
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
Sefeq zelal xuza xuyan bûn