Derya
2003 – Oslo – Norway / SES PLAK
Pero
Lyrics: Hekîm SEFKAN, Music: Ciwan HACO
Nizanim çima ji min hez dikî
Çiyê min heye te şa dikî
Ji vî dilê tirsonek yar
Çi hêviyê texmîn dikî
Ew çavên min î girs û bedew
Gelek caran şikestî ne
Ew dilê ku tu dixwazî
Ji singa min derxistine
Ka binêre li çavê min
Mêranî tê de kuştine
Newestîne wan çavên xwe
û dilê xwe nexapîne
Ez nikarim ji te hez bikim
Ma tu halê min nabîne
Rêka min dûr û dirêj e
Ne min ne xwe nexapîne
Kezîzer
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Kezîzer û kezîzer
Xulam memikê gilover
Kezîzerên min çar in
Er çar bi dost û yar in
Weka tava biharê
Awirê wan dijwar in
Girêda li bejnê kember
Li ser wî kirasê sor û zer
Hawar sed car hawar
Ji derdê van dost û yaran
Aşiqê kezîzerê
Lêv
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Lêvşîrîna min
Çavreşa min
Nayê ba min
Ew delala min
Min ser bire ser xaç
Min jê stend sed maç
Ji min veda awir
Got tu bûyî gawir
Wê ez kirim evdal
Xwîn ji dilê min bû rêz
Zor wê da girî
Ji xwe re kuştim bêhtir
Gava maç da min
Ji wan lêvên qelew
Mala min xerab kir
Wê keçka delal
Pere
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Pere pere pere
Şîrîn û zêrê zer e
Pere pere pere
Însan hemu bi te re
Ne halo ye ez bêjim
Ne ker û gêj im
Lê bêjim nebêjim
însan hemu bi te ra
Çima wilo şîrîn î
Dinya te dibînî
Lê tu heyî û tu nîn î
însan hemu bi te re
Te yara min ji min stend
Te bir û nevegerand
Lê tu wilo şîrîn î
Dinya hemû bi te re
Feqîro
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Careke din min
Bêriya te kiriye
Careke din min
Bêriya dengê te kiriye
û careke din min
Bêriya te kiriye
Feqîro lo lo, belengazo lo lo
Ay ay ay ay.....
Lê stêrê, stêra min
Lê gulê, gulşîrîna min
Ay delala min, delala min
Xweş e
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Were lê were lê
Were were qurban were
Were were dilê min were
Were were çavreş were
Ev çend sala li hêviya te
û ez li hêviya dîtina te
Xeyal
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Emrê xwe li ser te kirim
Nehêle ez pîr bibi
Li nav wan destên te
Kenê te ji bîr nabe
Lêvên te mustehîl in
Porê te, oh xemgîn in
Weka şeva tarî nin
Ez dimirim
Ez dişewitim
Dibim xwelî
Di nav cixara te da
Seyro
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Seyranê wayê wayê
Seyranê hayê hayê
Gava Seyro dibînim
Gava Seyro nabînim
Gava Seyro dibînim
Mala min xerab dike
Gava Seyro nabînim
Mala min ava dike
Şevreş e va êvar e
Were pepûkê were
Wey Seyro
Hez Dikim
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Ji te hez dikim
Ji te hez dikim
Weleh bîleh ji te hez dikim
Ez bêheval im
Ez bi tenê me li vê dinyayê
Lê wexta ez te dibînim
Kêfxweş im, serxweş im
Ji te hez dikim
Ji te hez dikim
Serxweş
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Aşiqê te aşiqê çavên te
Miriyê te me, ez ji bo te me
Were qurban were were
Ax tu were were
Were heyran were were
Were zalim were
Aşiqê te me heyran
Aşiqê te me qurban
Were qurban were were
Berî ez bimirim carekî tu were
Nayê bîra te şeva li mala te
Serxweşê te bûm
Qedeh li ber te bû
Çavên te li nav çavên min bûn
Awirên te ne ji dilê te bûn
Ji bona xatirê te
Nemam li cem te
Dûr ketim ji bo te
Digiriyam li ser te
Qamishlo
Lyrics&Music: Ciwan HACO
Xweziya yarê tu ya min mana
Yara xwe min rizgar kiribana
Em li Deşta Qamişlo bana
Hingî wê dinya ya me bana
Yarê hêsran mebarîne
Nebêje min kuro ev xewn e
Rastî ev e li ber çavan e
Yarê yarê yara minê
Ez te nadim bi malê dinê