top of page

Çaw Bella

1989 – Bochum – Germany / SES PLAK

Nisêbîna Rengîn

Lyrics&Music: Ciwan HACO

Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got bira bo çî
Ev nalîn û girîn

Got anîn sehîdê serfiraz û xemgîn
Di dil de maye ev kul û ev birîn
Di dil de maye ev kul û ev birîn

Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got bira bo çî
Ev nalîn û girîn

Hat êvar darê
Hat cejna buharê
Ji bo azadiyê
Me kir kar û barê
Ji bo azadiyê
Me kir kar û barê

Bezîm ez bi lez
Wek dîn û serxwesh
Mi(n) go(t) hey dinyayê
Bextê me çi res e

Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got bira bo çî
Ev nalîn û girîn

Min nêrî min çi dît
Tev polîs û mît
Li alîkî kujtin
Li alîkî girtin
Li alîkî kujtin
Li alîkî girtin

Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got bira bo çî
Ev nalîn û girîn

Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got bira bo çî
Ev nalîn û girîn

Lev Hatî Ye

Lyrics&Music: Ciwan HACO

 

Levhatî ye levhatî ye ev delal pir levhatî ye
Levhatî ye levhatî ye ev delala pir levhatî ye
Limin dimeyzand dimesî
Awir divedan bi hêviya
Lê geva ez pêr(e) axivîm
Kenek kir bi delalî ye

His û aqilê min windakir
Min ji xwe re go(t) ev kî ye

Bejnek ciwan ser heye
Nazik wek sitlê reyhan
Min go(t) li dinyayê
Weke gewra min heye

Jibo wê ez bûme evdal
Li dinyayê nakim tu kar
Sozek min dabû gewrê
Ji xwe re bikim heval
Min go(t) li dinyayê
Weke gewra min heye

Levhatî ye levhatî ye ev delal pir levhatî ye
Levhatî ye levhatî ye ev delala pir levhatî ye
Limin dimeyzand dimesî
Awir divedan bi hêviya
Lê geva ez pêr(e) axivîm
Kenek kir bi delalî ye

Çavê belek biskê xelek li ser ruwê sêrîn
Va ye ji bîr kirim ew yar winda nabê zêrîn heval
Ji ro(j)hilat ji rojava ji kîja(n) alî hatîye
Go(t) çîma tu dipirsî ew bi eslê xwe torî ye

Levhatî ye levhatî ye ev delal pir levhatî ye
Levhatî ye levhatî ye ev delala pir levhatî ye
Limin dimeyzand dimesî
Awir divedan bi hêviya
Le geva ez pêr(e) axivîm
Kenek kir bi delalî ye

Çaw Bella

Lyrics&Music: Anonymous

Rojeke xwes bû
Sibekî zû bû
Lo bella çawbella çawbella
Em li dijminê xwe rast hatin
Lo partîzano weri min bibin
Ji ber ko mirina min nêzîk e
Gerko ez bimirim lo soresgerno
Min bibin cîyekî bêdeng
Ã> xwes û rind li ser çiya
Hemû mirovên ko derbas dibin
Dibînin kulîlka biçûk
Hemû dibêjin ji bo vê gûlê

Pejna Te Nayê

Lyrics&Music: Mihemed ŞÊXO


Pejna te nayê...
W'ez ji ber evine ez ketime tayê
Li ber sibakê ez kur dinalim
Derdê te ez kujtim
Kirime belayê
Pejna te nayê...
W'ez ji ber êvinê ez ketime tayê
Wekî comerda(n) were meydanê
Deste min bigire derxe ji zindanê
Pejna te nayê...
W'ez ji ber evînê ez ketime tayê

Perde

Lyrics:Qedrî CAN, Music: Ciwan HACO


Ew perdeya reş û tarî
Ko ji çavên reş û diyarî
Min ji ruwê xwe kişand
Li ber çavê xwe çirand

Avêt paş sed çiyayî
Nava hezar dergayî
Min gemera guhê xwe bi zemzemeke nû şuşt û
Mîkrobên canê xwe bi dermanekî kuşt

Ew kufeyka tûfeylî,ko dil dil de diçirî;
Min kodê de rakir hêlîna wê xirabkir û belavkir

Li rojên derbasbûyî,li rastiyên kevnara,
Li hevalê neheval cara pêşî silavkir

Ew zingara di mejî,ko mejiyê min dimijî,min bi kêrê
Xeritand û bi agir şewitand û paqijkir; paqijkir serê
Xwe,min avêt ji derdê xwe bi çavekî bêperde bi guhekî
Bêgemar; di bin ser rêka teze bi mejîkî bêzingar,êdî bi
Dîtina xwe,bi bihîstana xwe bi vana xwe,bi mejî û bi
Rêveçûna xwe jî,ez bûm însanek nû,perestekê oleke nû
û di bajarê dil de min avakir,keleheke nû

Keçkê

Lyrics:Anonymous, Music: Ciwan HACO

Le keckê le keckê
Wax lê yeman lê keckê
Bejna te bi min pir zirav e
Te ez hiştim çû ba xelkê
Mêr û jin tev lê dinêrin
Ko ji bircê tête derê
Kembera zêrîn di ber
Derdê dilêm pir giran e
Dil te divê şeva reş e
Sebra min be te nayê
Le keckê le keckê
Wax le yeman le keckê

Li Şarê Jînê

Lyrics:Cegerxwîn, Music: Ciwan HACO

Li şarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
Li şarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm

Kî ez didîtim jimin ditirsî
Nav û nişanêm ji hev dipirsî
Nav û nişanêm ji hev dipirsî
Li şarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm

Camek nenoşîm ji herdu lêvan
Daxwaz neznaim ji herdu sêvan
Daxwaz neznaim ji herdu sêvan
Li şarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm

Eman

Lyrics&Music: Ciwan HACO

 

Eman eman...
Ji kul û derdan eman neman

Evîna dil kirim birîndar
Buhara min tev bû kul û bar

Ciwan bûm ez bidost û yar bûm
Ko pîr bûm hemû kes bûn neyar

Kom bûne derd û jan û xem
Te dil kujtî evîna min

bottom of page