top of page

Bilûra Min

1997 – Oslo – Norway / KOM MUSIC

Xatûn

Lyrics: Dîlber HACO, Music: Ciwan HACO

Tu xatûna li ser text î
Tu çiçeka her wext î.
Tu yî yara min hezkir
Cejn u seyran,bihustî
Ji bîr nabe,wele,bile ji bîr nabe.

Ji wan pirsên te yên gelek
Sas mam ji xwe re evdal mame.
Kûr fikirîm çi bêjim
Ey xayîn zalim felek.

Dawa dil li min neke
Pirsan gelek ji min nake.

Ne bê ev çi xelet e
Ji ve hêviyê dûr nake
Ji bîr nabe,ji bîr nabe.
Wele bile ji bîr nabe.

Zînê

Lyrics: Sefkan, Music: Ciwan HACO

 

Hatî xewna min
Gula min hezkir
Çav bi hêstir bû
Jin min gazin kir
Ev dilê min te çima birîn kir
Seva tarî ji ba min bar kir.

Zînê zanibî ez bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê,zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray,eywan û text im.

Ew gula ku av dabû bijîn
Îro ketiye destê bêbext û derewîn
Sah ibin hero lêvên hingivîn
Zînê zanibî ez bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê,zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray,eywan û text im.

Gulê zanîbe tenê tu yar î
Soza min be li ve dinyayê
Heke ez bimirim li ve gora tarî
Dîsa dibêjim gulê tu yar î

Zînê zanibî ez bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê,zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray,eywan û text im.

Dersîm

Lyrics: Yıldıray BEYAZGÜL, Music: Ciwan HACO

Dêrsim welatê ma yo
Welatê servana no
Welatê mes û rindo
Welatê me kurmancî yo.

Serê koyê mizgîni yo
Welatê ma kirmancî yo
Seyîd rizo,seyîdê ma yo.

Dêrsim welatê ma yo
Palo welatê ma yo
Welatê servana no
Welatê wes û rindo.

Welete me kirdasî yo
Serê koyê qerejdaxo
Sêx seîd sêxê ma yo
Reberê welatê ma yo

Dêrsim welatê ma yo
Palo welatê ma yo
Welatê servana no
Welatê wes û rindo.

Nexta Nazê

Lyrics: Dr. Feyzel XIZNEVÎ, Music: Ciwan HACO

Çetokî rind bû
Ji takî bilind bû
Eyar ku ji gund bû.
Dil ket keça reîsan
Bi çend sewt nazan
Di mal de dixwaza
Di cem de raza
Çeto mesî çû cem.
Li der perê avê
Çeto dil da tavê
Neçû çû ji we navê.
Xwêdaneke zemzamî
Pîran ku heste mal im.
Seva got bê halim
Dile kirk û kalim
Gihîst berdala
Çeto jî wê gavê
Dil xiste naw hingavê
Çima na ez wî navêm
Erê weke rastan.
Lewend û hem mêr im
Ji malekî têr im
Di kar de ez zêrim
Xwedî îs û qelem.
Çeto çeto çeto.

Bo çi naz nabînim
Germa vê havînê
Çima min diksînî
Dilekî cehenem
Derbas bûn sê îd
Bêhis û bê dengî
Mû nameke navgîn
Ji nû ve kire yeksem
Çeto çeto çeto.

Ma ezê wê dil derxim
Xawariya vê çerxê
Divê law li ber xim.
Keça reîsê nezan
Li malê dilxwaza.
Çeto çeto çeto.

Ji dil nazê dixwest
Çeto nediviya dest
Naz berê xwe guhest
Be keser û bê xem.

Bilûra Min

Lyrics: Seydayê GEROK, Music: Ciwan HACO

Bilûra min a sêrîn
Tu di sariya sibehê
Û hingûra êvarê de
Evale behevalan,
Destbrayê sivan û dilketiyan î.
Dengê te hestirên dilên xemgîran,
Silava ji hev-veqetiyan,
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne bîra min
Bilura min,tu i,
Xemrevîna têrkeserên dinyayê!

Dengê bilûra min,
Çiya û zozanên bilind,
Kaniyên bi gul û rîhan dorgirtî
Guhê sikeft û serê zinaran
Guhdarên te ne !
Û sura bayê xerbî,
Te di naw pelê darê de digerînê.

Bilûra min,were em ê
Bi wî çiyayê bilind re
Bi hewa kevin,
Û bibin cîranê bayên xurt
Û hevalê kim tên wan
Yên bi mij û dûman,
Û tê de dengê xwe berdin,
Û zarîna dengê me
Bikeve nav kortal û geliyan
Û bêcaniya erdên jêrîn
Bihejîne;
Û pêlên ava heftreng
ÃSn xemzebaz
Nalîna me bigehîne
Desta sir ûç û diyarbekirê;
Û beriya mêrxasên berazan;
Û kalîna berxan,
Tev sehîna hespan

Li me vegerînin.
Bilûra min,binêre û bibihîse!
Roj çû ava,
Stêra êvarê bû ges,
Kolosên çiyan ên gewr
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne çûn;
Û pêlên awa sevê yên res
Ketine dest û newalan,
Heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
Kevir piyê sevgera dixapînin

Û bêdengiya sevê de
Pêjna lingên mêrxasan tên

Bilûra min,
Dengê xwe berde!
Dinya,mîna zarokekî bersîr,
Ket dergûsa xwe;
Dengê xwe berde,bilûra min,
Û jê re bilorîne,
Xema wê birevîne,
Bilûra min tu î.

Xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rojhelatî
Dema ko dinya hisyar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne
Û dengê wê stranê, bila,
Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min
Tu î xemrevîna dilketîyên welêt.

Bêje

Lyrics: Dara KUTLAY, Music: Ciwan HACO

 

Ka de rabe ji mêj ve min bêriya te kiriye
Ka de rabe ji mêj ve min ji te hez kiriye.
De rabe bêje bêje
Rast be jî bêje,darew be jî bêje
Têne bêje bêje
Min je te hez kiriye.
Çima hesreta dila emê niha vesêrin
Çima le sûna sêra wê niha kund biçêrin.
De bêje bêje rast bêje
Têne bêje bêje bêje.
Derew bêje bêje,rast be jî bêje
Min ji te hez kiriye.

Hey Hey

Lyrics&Music: Ciwan HACO

Hêy hêy kêfa min gelekî ji te re tê
Gava baran hêdî hêdî dibare.
Agir di dilê min de sar dibe.
Havin di dilê min de ges dibe.

Hêy hêy kêfa min gelekî ji te re tê
Gava baran hêdî hêdî dibare.
Agir di dilê min de sar dibe.
Havin di dilê min de ges dibe.

Dikim nakim nêzîkî te nabim
Hez bi te difikirim
Wexta ku ez siyar bim.

Ma ev hal e êdî bi te re
Ma ne bes e êdî ji me re
Ma ne bes e,ma ne bes e.

Dikim nakim nêzîkî te nabim
Hez bi te difikirim
Wexta ku ez siyar bim.

Hêy hêy kêfa min gelekî ji te re tê
Gava baran hêdî hêdî dibare.
Agir di dilê min de sar dibe.
Havîn di dilê min de ges dibe.

Zîlan

Lyrics&Music: Ciwan HACO

 

Silavên germ li te ey hevala zîlan
Te can îro weşand ji bo kurdistan
Dengête gihişta ezmanê heftan
Ne teni li nav gelê kurdistan
Belav bû li nav hemû gelê cîhan
Silavên germ li te ey hevala zîlan
Te can iro weşand ji bo kurdistan

De zu bikin bi baweriya te xwar
Te serî hildan li hember dişmin
Desmala li bejnate rêskim bi xwum
Te da dişmin tirsek mezin,giran
Çavên te da xezaba dişmin
Silavên germ li te ey hevala zîlan
Te can iro weşand ji bo kurdistan

Zaro bu ji dinyayide
Dengê dapîra wi melul her tim di gohiwîda bu
Ew mezin bu niha, dengê dapirê qet ji gohîwî ne çû
Ew dengê hisarêbûnede keçamin xwedê tolame ji wan hilda
Hemû jin,mêr, pîru ciwan ciwandin devê mîtaryolzan li wav girêdan
Paşî bi singîyan her çiyê sax bûn temamkirin.
Kîna ev dilêvan ne bi meriv. Agir berdan reşan, usa bi sedan gund u bajar
Keçamin evê çiraka gelîyê zîlan. Emanetê vî çîrokê ji bîr nekê.

Nikarim ez bidim pesnête zîlan
Çi navê ez bêjim li te tim guman
Bêjim her bîjî gula kurdistan
Tu buy serhildan tu buy berxwedan tu buy şehida gelê kurdistan
Silavên germ li te ey hevala zîlan
Te can iro weşand ji bo kurdistan

Sal çun. Geş bu jîn, li dengê dapîrê mina zingilê ji gohêwî ne çû
Xwu bi navê pêra piça. Çoş u heycan dengê dapîrê di gohiwîda
Dûra qelêbî di nav rêfen mêr kujîn gelîyê zîlan.
Hevalno evê çiroka zîlan.Emanetê vî çîrokê ji bîr nekin.

Dest

Lyrics&Music: Ciwan HACO

Ez asiq im evîndar im
Li vê dinyayê ez neçar im
Destê min bigre û bernede
Ji dilê to ji min re bêje
Ez ya te me tu yê min î
Ta mirinê emê bi hev re bin.

De carekê were cem min
Xwe bihejîne li pêsiya min
Destê min bigre û bernede
Ji dilê to ji min re bêje
Ez ya te me tu yê min î
Ta mirinê emê bi hev re bin.

Ez asiqê çavê te me
Çi bikim ez miriyê te me
Destê min bigre û bernede
Ji dilê to ji min re bêje
Ez ya te me tu yê min î
Ta mirinê emê bi hev re bin.

bottom of page